Cezayir: Di belema binavbûyî de 17 koçberên Rojavayê Kurdistanê xeniqîn

Li nav Deryayay Spî keşteyeke koçberên Sûrî û Cezayîrî binav bûye û di encam de 26 koçber xeniqîne. Li gor hin zanyariyan, di keştiyê de 17 welatiyên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

07.06.2023, Çar - 05:57

Cezayir: Di belema binavbûyî de 17 koçberên Rojavayê Kurdistanê xeniqîn
Nuçe Belav bike

Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan, êvara Duşemê 5ê Hezîranê dema keştiyeke koçberan ji Cezayîrê ber bi Spanyayê ve ketiye rê, lê piştî çend demjimêran binav bûye.

Li gorî zanyariyên Rûdawê şeva Yekşema borî, belemeke koçberan ku dixwest ji peravên bajarê Erhat yê Wîlayeta Tîbaze ya Cezayirê biçe Spanyayê, piştî ku 30 kîlometreyan dûrî peravên Cezayirê ket, binav bû.

Ezdeşêr Ebdulrehman Kurdî, ku xelkê Kobaniyê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew berî mehekê bi rêya deryayê ji Cezayirê bi rê ketiye û aniha gihîştiye Norwecê.

Ezdeşêr hinek wêneyên xwe ligel qurbaniyan ji Rûdawê re şandin û got, li gorî zanyariyên wî, hejmara qurbaniyan 17 kes in û 4 zarok jî di nav wan de hene û 4 jin jî hebûne.

Her li gorî zanyariyan 26 kes di wê belemê de bûn, ji wan 18 kes xelkê Rojavayê Kurdistanê bûn ku ji 3 malbat û 2 ciwanan pêk dihatin.

8 kesên din jî ji Cezayirê ne. Di nava qurbaniyan de malbateke Efrînê jî heye, malbat bi tevayî çû.

Tenê, xortekî 17 salî ji Kobanî yê bi navê Mehmûd Reşo, rizgar bûye û 17 kesên din canên xwe jidest dane.

Heta niha Hikûmeta Cezayirê ti zanyarî li ser wê belemê belav nekiriye, lê tekez bûye ku ciwanekî ji Kobaniyê û welatiyekî Cezayirî xwe rizgar kiriye.

Termê kesên canên xwe jidest dane ji bo nexweşxaneya Sîdî Gilas ya Cezayirê hatine şandin.

Roja 3yê Adara 2023yan jî, belemeke koçberên Sûrî li peravên Lîbyayê binav bûbû, di encamê de 16 welatiyên Sûrî ku piraniya wan ji Kobaniyê bûn canên xwe jidest dabûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 430 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:13:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x