Li Efxanistanê bi mezinahiya 6,5an erdhej çêbû

Li herêma Hindîkuşê ya Efxanistanê bi hêza 6,5 pile rîxter erdhej çêbû.

22.03.2023, Çar - 07:10

Li Efxanistanê bi mezinahiya 6,5an erdhej çêbû
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê, navend navçeya Curmê ya li ser wîlayeta Badahşanê ya bakurê rojhilatê Efxanistanê bi mezinahiya 6,5 pile rîxter erdhej çêbû.

Erdhej 187,6 kîlometro di binê erdê de pêk hat.

Badora erdhejê li Pakistanê, li herêmên Îslamabad, Lahor, Ravalpîndî, Kuetta û Peşaveyê jî çêbû.

Li Svata nêzîkî sînorê Efxanistanê 2 kes mirin, ji 150î zêdetir kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku li Svatayê hin avahî tevahî hilweşiyane û jê hinekan jî zirar dîtine.

Ji ber erdhejê li herêma Lower Dirê jî banê malekê hilweşiya jinek mir û 7 kes birîndar bûn.

Li Îslamabadê jî hin avahiyan zirar dît.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:38:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x