Fransa ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir

Fransa li dijî operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê, banga civîneke bilez li Neteweyên Yekbûyî kir.

21.01.2018, Paz - 13:02

Fransa ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiyê duh 20ê Çileya 2018an li dijî Efrînê operasyon da destpêkirin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, li ser hesaba xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kir.

Jean-Yves Le Drian bang li Encumena Asayişa Neteweyên Yekbûyî kir ku bi awayekî bilez ji bo Efrînê civînek were kirin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Drian bang li her du aliyan kir ku agirbest bikin û diyar kir ku divê demildest alîkariyên mirovî bigihîjin herêmê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1586 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:26:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x