Berdevkê fermî yê wezareta derve ya Îranê Ebas Musewî ragehand, biryara têkel kirina Heşdî Şeibî bi artêşa Iraqê tenê di dest hikûmeta Iraqê de ye. lê biryara Ebdulmehdî nayê wateya ku bi temamî wê hêzê beşdarî artêşê bike.
Musewî got, biryara serokwezîrê Iraqê zêdetir bi armanca rêkxistina hêzên Heşdî Şeibî de ye.
Herwaha teqez kir ew biryar tenê karê hikûmeta Iraqê ye, Tehran jî bêhtir rêz û pêzanînên wê bo hikûmeta Ebdulmehdî heye, hêzên wî welatî jî bê cudayî bi zîrekî li hember gefên terorîstên DAIŞê rawestan.