Îran: Jinek 13 caran zewicî, 7 hevjînên xwe kuştin

Li Îranê jinek bi kuştina 7 hevjînên xwe tê tohmetbarkirin.

04.09.2023, Pts - 06:49

Îran: Jinek 13 caran zewicî, 7 hevjînên xwe kuştin
Nuçe Belav bike

Li Îranê jinek bi kuştina 7 hevjînên xwe tê tohmetbarkirin.

Derket holê ku jinikê zewac jixwe re kiriye pîşe û herî kêm 13 caran li mehr biriye.

Tawanên jinikê piştî ku hevjînê wê yê dawî yê 82 salî ku canê xwe ji dest da eşkere bû.

Zarokên hevjînê wê yê dawî yê 82 salî ji mirina bavê xwe ketine şikê û piştî lêkolînan tawanên wê diyar bûn.

Li bajarê Mehmûdabadê yê parêzgeha Mazenderan a Îranê mêrekî 82 salî canê xwe ji dest da. Zarokên hevjîna berê ji mirina bavê xwe ketine şikê û gilî kir.

Kalê 82 salî bi xeniqandinê canê xwe ji dest daye

Di encama lêkolînê de derket holê ku kalê 82 salî ne bi rêyên xwezayî, bi xeniqandinê canê xwe ji dest daye.

Derket holê ku jina 56 salî ya ku ji aliyê polîsan ve wek bergumanê sereke hat desteserkirin hevjînê xwe kuştiye.

Di lêpirsînê de hat fehmkirin ku ev ne kuştina yekem a jinikê ye û berê jî 6 hevjînên xwe kuştine.

Li gorî daxuyaniya polîsan, jinik li xwe mikur hatiye ku wê hevjînên bi hebeke xistiye xewê û di xew de ew xeniqandine.

Ew jin bi mêrên navbera 70 û 85 salî yên ku rewşa wan a aborî baş in re dizewiciye û ji bo ku pereyên wan bigire bi heman awayî ew xeniqandiye.

Di 11 saliya xwe de zewaca xwe ya yekem kiriye

Jina ku navê wê nehate eşkerekirin, di zewaca xwe ya dawî de 500 milyon tumenên Îranî (nêzîkî 10 hezar dolar) weke qelen diyar kiriye û ji bo her hevjînê xwe yê ku kuştiye doz vekiriye ew pere standiye.

Jina ku zewac jixwe re kiriye pîşe, di 11 saliya xwe de zewaca xwe ya yekem kiriye û 13 caran mehr biriye.

Li gorî qanûnên şerîetê yên Îranê, qelen (zêr, mal, pere û hwd.) berî zewacê tê diyarkirin û di peymana zewacê de cih digire. Ew qas wekî mafê jinê tê diyarkirin.

Li gor şerîeta Îslamê, qelen wek bihaya “pere, eşya, mal û hwd.” tê pênasekirin ku divê mêr bi peymana zewacê bide jinê.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:10:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x