Îran: Xwepêşanderekî din hat darvekirin

Li bajarê Meşhedê yê Îranê xwepêşanderek bi tohmeta kuştina 2 endamên hêzên ewlehiyê yên Îranê hat darvekirin.

12.12.2022, Pts - 07:55

Îran: Xwepêşanderekî din hat darvekirin
Nuçe Belav bike

Dadweriya Îranê ragihand, xwepêşander Mecîd Reza Rehnewerd li cihekî giştî hatiye darvekirin. Mecîd Reza Rehnewerd berî 23 rojan hatibû desteserkirin.

Desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê Mecîd Reza Rehnewerd di roja 17ê Mijdara 2022an de kuştina bi kêrê ya 2 endamên hêzên ewlehiyê yên Îranê tawanbar dikirin.

Mecîd Reza Rehnewerd du rojan piştî bûyerê di 19ê Mijdara 2022an de hatibû desteserkirin û piştî 5 rojan jî Dozgerê Giştî yê Meşhedê ragihandibû ku ew bi tohmeta “dijayetiyê” hatiye girtin.

Piştî wê dosyaya Mecîd Reza Rehnewerd ji bo Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê hatibû şandin û roja 29ê Mijdara 2022an cezaya darvekirinê lê birîbû û paşê bêyî ku parêzerek ew darve kirin.

Li Îranê di nava 10 rojan de Mecîd Reza Rehnewerd duyemîn xwepêşander e ku tê darvekirin. Hefteya borî jî Muhsîn Şikarî li Tehranê hatibû darvekirin û bibû sedema bertekên berfireh ên navxweyî û navneteweyî.

Mebesta Dezgeha Dadwerî ya Îranê ya ji “dijayetiyê”, “dijayetiya Xwedê û pêxember e” û wan kesên ku “li dijî xelkê çekan bikar tînin da ku wan bitirsînin û destdirêjiyê li mal û canê wan dikin” digire nav xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:55:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x