Îranê dest danî ser keştiyekê

Medyaya Îranê ragihand ku Supaya Pasdaran a Îranê dest daniye ser keştiya barhilgir a bi Alaya Portekîzê ku tê îdiakirin girêdayî Îsraîlê ye.

13.04.2024, Cts - 16:18

Îranê dest danî ser keştiyekê
Nuçe Belav bike

Li gorî rapora ajansa Tesnîmê, Hêzên deryayî yên Îranê li Tengava Hurmuzê dest danî ser keştiyeke barhilgir ku îdia dikin pêwendiya wê bi Îsraîlê re heye.

Hat îdiakirin ku keştiya bi Alaya Portekîzî ya bi navê MSC Aries a karsazê Îsraîlî Eyal Ofelê xwediyê kompanyaya Zodiac Maritimeyê ye û navenda wê li Londonê ye.

Radyoya artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe ya Xê de got:

“Beşeke keştiya ku hêzên Îranê li nêzîkî Tengava Hurmuzê dest danî ser bi îhtimaleke mezin a Îsraîlê ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştî ji Îmaratê diçûye Hindistanê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 172 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:25:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x