Putin: Mafê hemû gelan heye ku çarenûsa xwe diyar bikin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tevlîkirina navçeyên Donetsk, Lugansk, Kherson û Zaporojye bo Rûsyayê, îmze kir.

30.09.2022, Cum - 14:39

Putin: Mafê hemû gelan heye ku çarenûsa xwe diyar bikin
Nuçe Belav bike

Di merasîmeke mezin de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin encamên referandûma herêman îmze kir û gotarek arasteyî welatên Ewrûpa û rojavayê cîhanê kir.

Çend gotinên Putin wiha ne:

Xelkê Donetsk, Lugansk, Kherson û Zaporojye bi awayekî azad biryara xwe dan ku vegerin ser Rûsyayê û ev mafê wan e. Mafê diyarkirina çarenûsa xwe, mafekî bingehîn e û bav û bapîrên me xwîna xwe ji bo vê axê rijandine. Di Şerê Cîhanê yê Duyem de bav û bapîrên me gelek xwîn ji bi wan navçeyan û parastina wan rijandine. Qehremanên Rûsyayê berevaniya wê xakê kirin. Em ê jiyaneke birûmet ji bo xelkê wan navçeyan dabîn bikin. Divê Kîev rêz li hilbijartinên xelkê komarên Donetsk û Lugansk û navçeyên Kherson û Zaporojye bigrin. Em daxwazê ji Kîevê dikin ku em danûstandinê bikin, lê belê em li ser bijardeya gelê Rûsyayê naaxivin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 343 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:15:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x