Îran, deriyên Sinorê Kurdistanê vekir

Serokê Jûra Bazirganiya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed ragihand, Îran deriyên sînorî yên li gel parêzgeha Silêmaniyê vedike.

25.10.2017, Çar - 07:00

Îran, deriyên Sinorê Kurdistanê vekir
Nuçe Belav bike

Sîrwan Mihemed ragihand ku roja çarşemê 25'ê Cotmeha 2017ê deriyên sînorî yên Îranê yên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê tên vekirin.

Sîrwan Mihemed herwiha got, vekirina sînoran bo hatinûçûna welatiyan û tevgera bazirganî ye û tekez kir, ku hatinûçûna li sînoran asayî dibe.

Ji aliyekê din ve her îro malperên xwecihê yên li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê jî belav kirine, ku Qayimmeqamê Merîwanê Mihemed Şefîî ragihand, hemû çalakiyên sînorê navdewletî yê Başmaxê dê roja çarşemiyê 25ê Cotmehê dest pê bike.

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona bihorî de, Îranê ji bilî daxistina sînorê xwe yê esmanî, tevahiya deriyên sînoriyên xwe yên bejayî yên bi Başûrê Kurdistanê re girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1828 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:20:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x