Rûhanî: Divê em guhdariya dengê gel bikin

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî xwepêşandanên dawî yên li welatê xwe nirxandin û ragihand ku divê em guh bidin gel û daxwazên wan bi cih bînin.

09.01.2018, Sal - 06:30

Rûhanî: Divê em guhdariya dengê gel bikin
Nuçe Belav bike

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di axaftina xwe de got: "Pirsgirêka sereke ev e ku berpirsên welat ji daxwazên ciwanan dûr ketine. Nesla ciwan dibêje mafê min jî heye û divê hûn guhdar bikin. Divê guhdariya gel bikin û ji her tiştî zêdetir divê em daxwazên wan bi cih bînin."

Hesen Rûhanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Gel ne tenê pere û daxwaza başbûna ekonomiyê dike. Daxwazên civakî û çandinî jî hene. Hinêk dibêjin gel pere û ekonomiye difikirin. Ev navnîşaneke şaş e û xayîntiya bi gel e. Azadî tenê bi pereyan nabe."

Rûhanî di dirêjiya axaftina xwe de qedexeya medya civakî rexne kir û got: "Divê ev qedexeya medya civakî zêde dewam neke. Di nava hefteya dawî 100 hezar însanî kare xwe winda kir. Hinek dixwazin gel tenê televîzyonên dewletê temaşe bikin. Televîzyonên dewletê jî divê ne ya grûbeke, ya hemû gelî be."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:56:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x