Serokkomarê Îranê dê serdana Tirkiyê û Sûriyê bike

Wezareta Derve ya Îranê ragihand, Di demeke nêzîk de serokkomarê wî welatî Îbrahîm Reîsî dê serdana Sûriye û Tirkiyê bike û da zanîn, niha ji bo serdana Reîsî ya bo wan welatan amadekarî tên kirin.

10.01.2023, Sal - 14:30

Serokkomarê Îranê dê serdana Tirkiyê û Sûriyê bike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Nasir Kenanî roja Duşemê 9ê Çileya 2023an di konferanseke rojnamevanî de li Tehranê ragihand, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dê serdana Tirkiyê û Sûriyê bike.

Nasir Kenanî got, serdana Reîsî li ser vexwandina fermî ya her du welatan e û diyar kir, ew ji bo serdanê amadekariyan dikin û got, lê hêj amadekarî neqediyane.

Kenanî da xuyakirin, peywendiyên navbera Tehran û Şamê di asta herî bilind de ne û tekez kir, Îran piştgiriya serwerî, serxwebûn û yekparçbûna axa Sûriyê dike.

Li gor zanyariyan, mijareke sereke ya serdana Serokkomarê Îranê bo herdu welatan, asayîkirina peywendiyên navbera Enqere û Şamê ye.

Di wan demê dawî de rayedarên Tirkiyê bi aşkere dibêjin, ew dixwazin bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re hevdîtinan bikin û têkiliyên Enqere-Şamê asayî bikin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniya Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas di 28ê Berfenbara 2022an de li Moskowa paytexta Rûsyayê hevdîtinek pêk anîbûn.

Şeva Yekşemê jî Wezîrên Derve yên Sûriyê û Îranê peywendiyeke telefonî pêk anîbûn û derbarê peywendiyên du alî yên navbera Şam û Tehranê û geşedanên li navçeyê axivîbûn.

Herwiha Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sûsan jî serdana Tehranê kir û li gel berpirsên Îranê çend babet û mijarên hevbeş gotûbêj kirin.

Yekem serdana Reîsî bo Tirkiyê di 4 salan de

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê da zanîn ku serokkomarê wî welatî Îbrahîm Reîsî dê di çarçoveya serdaneke fermî de biçe Tirkiyê û diyar kir, niha amadekariyên wê serdanê tên kirin.

Nasir Kenanî roja serdanê û hûrgiliyên wê aşkere nekir.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin Sêşema bihorî gotibû, Reîsî dê di nava çend heftiyên bê de serdana Tirkiyê bike û destnîşan kiribû, ew yekemîn serdana Serokkomarê Îranê bo Tirkiyê di 4 salên dawî de ye.

Kalin herwiha diyar kir, biryar bû Reîsî heftiya derbasbûyî serdana Tirkiyê bikira, lê belê ji ber bernameya xwe nekarî di dema xwe de wê serdanê bike.

Herî dawî Serokkoamrê berê yê Îranê Hesen Ruhanî di sala 2019an de serdana Tirkiyê kiribû û beşdarî civîna lûtke ya Rûsya, Tirkiye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê de kiribû.

Peywendiyên Îran ligel Tirkiye û Sûriyê

Peywendiyên Îran û Sûriyê gelek bihêz û di asteke bilind de ne û Îran yek ji piştevanên sereke yên hikûmeta Beşar Esed e.

Îran di şerê navxwe yê Sûriyê de bi temamî piştgiriya hikûmeta Şamê kiriye û dike û bo wê yekê jî tevî şandina çek û kelûpelên leşkerî, bi hezaran milîsên alîgirên xwe li Sûriyê bicih kirine.

Tehran herwiha di warê aborî û dîplomatîk de jî piştevanekî bihêz ê Şamê ye.

Derbarê Tirkiyê de jî, peywendiyên Îranê û Tirkiyê di warê aborî, bazirganî de herwiha di sektora enerjiyê de gelek bihêz in, lê di warê siyasî de hin nakokî û alozî di peywendiyên her du welatan de hene.

Krîza li Sûriyê û helwestên Tehran û Enqerê yên li ser krîzê, herwiha peywendiyên bi Azerbaycanê re mijarên sereke yên nakokiyên siyasî yên navbera her du welatan tên hesibandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:16:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x