Wezareta Derve ya Îranê êrîşa ser Balyozxaneya Azerbaycanê şermezar kir

Nasir Kenanî: Em bi hestiyariyeke mezin dest bi lêkolînê dikin.

27.01.2023, Cum - 13:04

Wezareta Derve ya Îranê êrîşa ser Balyozxaneya Azerbaycanê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Îranê êrîşa ser Balyozxaneya Azerbaycanê şermezar kir û ragihand, ew bi hestiyariyeke mezin dest bi lêkolînê dikin.

Piştî êrîşa ser Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand, rayedarên siyasî û ewlehiyê yên welat daxwaz kirine ku bilez û bi cidî û bi hestiyariyeke mezin lêkolînê li ser vê bûyerê bikin û encamderên vê bûyerê bi awayekî tund werin cezakirin.

Li gor gotinên Nasir Kenanî, di lêkolînçn destpêkê de derketiye holê ku bûyer ji sedemeke civakî bûye û ji ragihandinê jî daxwaz kir ku agahiyên nerast belav nekin.

Ji aliyê din ve, Wezareta Derve ya Azerbaycanê jî ragihand, hemû karmendên xwe yên li balyozxaneya li Tehranê vedikişînin.

Serokê Azerbaycanê jî li ser vê mijarê tekez kir ku êrîşa ser balyozxaneya li Tehranê êrîşeke terorîstî bûye û divê derbarê êrîşê de lêkolîn were kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 250 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:19:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x