Amerîka: Girîng e ligel hêzên Iraqê bo rûbirûbûna her gefeke DAIŞê berdewam bin

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (PENTAGON) derbarê êrîşên çend rojên borî yên çekdarên DAIŞê de li Kerkûk û Bexdayê got, ew êrîş wê girîngiyê pêşan didin ku divê ligel hêzên Iraqê kar bikin bo rûbirûbûna her metirsiyekê ku çekdarên DAIŞê li ser wî welatî çêdikin.

21.12.2022, Çar - 06:31

Amerîka: Girîng e ligel hêzên Iraqê bo rûbirûbûna her gefeke DAIŞê berdewam bin
Nuçe Belav bike

Roja Sêşembê 20ê Kanûna 2022ê, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê General Pat Ryder di konferansa çapemeniyê ya heftane ya Pentagonê de, behsa êrîşên hefteya borî yên DAIŞê li çend navçeyên Iraqê kir ku çend kesan canê xwe ji dest dan.

Berdevkê Pentagonê got: “Peywendiyeke me ya ji mêj ve ligel Iraqê heye, bi taybetî di şerê dijî DAIŞê de, ev jî wê girîngiyê pêşan dide ku divê li deverê bi hev re kar bikin û rûbirûyê her gefekê bibin ku DAIŞê çê dike. Hûrgiliyên wan êrîşan li ba min nînin, lê her wek dizanin em li ser rola xwe ya şêwr, hevkarîkirin û perwerdekirina hêzên Iraqê berdewam in, bi armanca bihêzkirina şiyana wan bo rûbirûbûna wan gefan.”

Roja 18ê Kanûnê li nêzîkê gundê Sefre yê başûrê Kerkûkê karwanekî polîsên federalî ket “kemîneke DAIŞê” û ji ber teqîna bombeyeke vedayî bi wî karwanî de, “11 polîsên federalî hatin kuştin “ û du polîsên din jî birîndar bûn.

Herwiha şeva 19ê Kanûna 2022ê hejmarek çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Elbubalî yê sînorê bajarokê Xalîs ser bi parêzgeha Diyale kirin û di encamp de heşt kes hatin kuştin ku hemû ser bi Eşîreta Dilêm bûn û sê kesên din jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:32:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x