Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl diyar kir ku dê 100 kîlometreyên din dîwarê betonî li ser sînorê Sûriyeyê ava bikin.
Artêşa Îraqê piştî şerê rêxistina Heyeta Tehrîr El Şam û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ewlehiya sînorên xwe yên bi Tirkiyeyê re tundtir dike.
Yehya Resûl li ser amadehiyên Artêşa Îraqê ji Rûdawê re axivî û wiha got:
"Me sînorên xwe yên bi Sûriyeyê re tund kirine.
Ew karê tundkirina sînorên li gel Sûriyeyê di dema ti hikûmeta berê ya Îraqê de nehatiye kirin.”
Yehya Resûl ameje bi wê yekê kir ku her terorîstekî ku hewl bide derbasî nav axa Îraqê bibe, dê rastî bersiveke tund were.
Li gorî gotina Yehya Resûl xurtkirina ewlehiya sînor bi giştî û bi taybetî jî li ser sînorê Sûriyeyê yek ji karên wan ê serekî ye.
“Em dê 100 kîlometreyên din beton deynin”
Li aliyê din Berdevkê Hêzên Sînorî yên Îraqê Heyder Kerxî ji Rûdawê re got:
"Ji bilî amadekariyên berê û tundkirina sînoran, piştî derketina rewşa nû li Sûriyeyê me kar û hêza xwe zêde kirin û hêzên me di asta hişyariyê ya herî bilind de ne.
Me zêdetirî 210 kîlometreyan dîwarên betonî li ser sînorê parêzgeha Nînowayê heta Enbarê danîn.
Em dê hefteya pêşiya me jî 100 kîlometrêyên din jî dîwarên beton deynin.
Xebatên ku heta niha ji bo tundkirina sînorên bi Sûriyeyê re hatine kirin û karên ku di paşerojê de hatine kirin, di dîroka Îraqê de nehatine kirin.
Ti derfeteke derbasbûnê û tevgera neyasayî li van deveran nîne.
Li ser sînorê rojavayê Îraqê, li devera Qaimê ya parêzgeha Enbarê, dîwarekî betonî yê 3 metreyan bilind û 160 kîlometre dirêj li ser sînorê Sûriyeyê were danîn.”