Encûmena Nûneran a Iraqê êrîşên Tirkiyê gotûbêj dike

Wezîrê Berevaniyê û Wezîrê Derve jî di civîna Encûmena Nûneran de beşdar dibin

23.07.2022, Cts - 06:24

Encûmena Nûneran a Iraqê êrîşên Tirkiyê gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê belav kir, Di civînê de Wezîrê Berevaniyê, Wezîrê Derve û Serokerkanê artêşa Iraqê beşdar dibin.

Ev civîna Encûmena Nûneran, li ser daxwaza hejmarek ji parlamenterên tê kirin ku piştî kuştina 9 geştiyaran êrîşa Tirkiyê ya li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo de, wan îmze kom kiribûn.

Artêşa Tirkiyê roja 20ê Tîrmehê navçeyeke geştiyariyê li gundê Perezê ya Zaxo dabû ber topan, di encamê de jî 9 geştiyarên ji navarast û başûrê Iraqê hatibûn kuştin û zêdetir 25 geştiyaran jî birîndar bûbûn.

Artêşa Tirkiyê duhî 20ê Tîrmehê navçeyeke geştiyariyê li gundê Perexê yê li Zaxo da ber topan û di encamê de 9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê hatibûn kuştin û zêdetir ji 25 geştiyaran jî birîndar bûbûn.

Topbarana li ser navendeke geştiyariyê ya Zaxoyê ku tê de 9 welatiyên sivîl hatin kuştin û 23 jî birîndar bûn, raya giştî ya Iraqê hêrs kir, çalakvanan li tora civakî banga xwepêşandanên li dijî Tirkiyê kirin.

Wezareta Derve ya Iraqê pêncşemê 21ê Tîrmeha 2022an ragihand, wan bi fermî nameya nerazîbûnê dane Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Ali Riza Guney û ji Tirkiyê xwastine ku demildest hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 673 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:24:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x