Îro 30.08.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzan di tora xwe ya civakî Twitterê de derbarê rewşa Iraqê de ragehand: ‘’Ji ber vê tundiya nû li Iraqê ez gelek nîgeranim. Li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ez axivîm ji bo ku piştrast bikim ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina aştî û seqamgiriyê li seranserê welat amadeye her alîkariyekî bike.’’
Herwaha ragehand: Dema wê hatiye gotûbêjên piralî û rastgotinî li ser pirsgirêkên cidî û kûr bên kirin, ku rastî welat hatine. Pêwîste bi wêrekî em vî tiştî bikin, ku cudayiyên yek qebûl bikin û li xwe mûkir bên ku rewşa em naha rast hatine pêwîstiya wê bi çareseriyekî mayînde heye.