Berdevkê Tevgera Hamasê hat kuştin

Berdevkê Tevgera Hamasê Abdulletîf Qanou li bakurê Xezzeyê di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de hat kuştin.

27.03.2025, Per - 10:35

Berdevkê Tevgera Hamasê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Televîzyona El-Aqsa ya girêdayî Hamasê ragihand, konê Abdulletîf Qanou li Cebeliyayê îro 27ê Adarê hat bombekirin û di encamê de ew hat kuştin. Hejmarek sivîl di heman êrîşê de birîndar bûn.

Jêderên bijîşkî gotin, herî kêm şeş kesên din di êrîşên cuda yên Israîlî li ser Xezzeyê û Xan Yûnis de hatin kuştin.

Di destpêka vê hefteyê de, Îsraîlê hejmarek ji serkirdeyên navdar ên Hemasê kuştin, ji wan: Îsmaîl Berhûm, Selah Berdewîl, Ebdulletîf Qanou û serkirdeyên din ên navdar.

Buroya siyasî ya Tevgera Hamasê ji 20 endaman pêk tê û heta niha 11 ji wan hatine kuştin.

Îsraîl agirbesta du mehan bi dawî kir û ji nû ve dest bi bombebaran û operasyonên bejayî kir, bi wê yekê zextê li Hamasê dike, da ku dîlên mayî serbest berde.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê belav kir, ji destpêka êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezzeyê di 18ê Adarê vir ve herî kêm 830 kes, piraniya wan jin û zarok in, hatine kuştin

 

Vî nûçeyê tevayî: 152 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:30:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x