Îsraîl bi mûşekan êrîşî xalên leşkerî yên li nêzîkî firokxaneya Şamê kirin

Îsraîlê bi mûşekan hin xalên din li derdora Şamê kirin armanc û jêderekî leşkerî yê sûrî jî dibêje, leşkerek birîndar bûye.

22.08.2023, Sal - 06:45

Îsraîl bi mûşekan êrîşî xalên leşkerî yên li nêzîkî firokxaneya Şamê kirin
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderî leşkerî ragihand, Îsraîlê şeva borî demjimêr 23:05 ji aliyê Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên li derdora Şamê kirin armanc.

Wî jêderî got jî, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî mûşekên Îsraîlê bû piraniya mûşekan xistin xwarê.

Da zanîn jî: Di encama êrîşê de leşkerek birîndar bû û hin ziyan tenê madî çêbûn.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, Îsraîlê 3 cih li derdora firokxaneya Şamê û devera Kiswê mûşekbaran kirin ku komgehên leşkerî û yên mîlîşyayên ser bi Îranê ve lê ne.

Rewangehê da zanî jî, di encama êrîşê de, 2 çekdarên ku nasnameya wan nediyar e hatine kuştin.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 405 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:50:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x