Li gor heman çavkaniya leşkerî, di êrîşê de 2 serbazên Sûrî bi sivikî birîndar bûne û agir bi daristanên navçeyê ketiye.
Helîkopterên artêşa Îsraîlê şeva derbasbûyî 3 xalên hêzên artêşa Sûriyê li parêzgeha Quneytera li başûrê Sûriyê bombebaran kirin.
Çavkaniyek leşkerî ya Sûriyê ji ajansa fermî ya wî welatî, ajansa SANAyê re ragihandiye ku 3 xalên hêzên Sûriyê li xêzên pêş li nêzîk Colanê hatine bombebarankirin.
Li gor heman çavkaniya leşkerî, di êrîşê de 2 serbazên Sûrî bi sivikî birîndar bûne û agir bi daristanên navçeyê ketiye.
Ji aliyê xwe ve, artêşa Îsraîlê ragihand ku helîkopterên artêşê çend pêgehên hêzên hikûmeta Sûriyê li nêzîk Colanê kirine armanc.
Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê, binkeyên çavdêrî û îstîxbaretê yên artêşa Sûriyê li wê deverê hatine bombebarankirin.
Li gor artêşa Îsraîlê, ev êrîş bersivdana êrîşekê li nêzî sînorê Îsraîlê bûye ku ji encama wê zirer û ziyan gihaştibû maleke sivîl û agir ketibû darûberên navçeyê.
Li gor zanyariyan Îsraîlê hêzên xwe yên li ser sînor zêde kirine û li gor medya wî welatî ev yek ji ber zêdebûna metirsiya Hizbullaha Lubnanê ya bi piştgiriya Îranê ye.
Îsraîl ji sala 2011an de li Sûriyê bi sedan êriş û operasyon encam dane û binkeyên hêzên hikûmeta Sûriyê û milîsên ser bi Îranê ve li nav xaka Sûriyê kirine armanc.
Herwiha ev bombebarana Îsraîlê di demekê de ye ku şandeke serbazî ya bilind a Amerîkayê serdana Îsraîlê kiribû û li gel berpirsên bilind ên wî welatî civiya bû.