Îsraîlê li Şamê xalên artêşa Sûriyeyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Îsraîlê vê sibehê êrişî gelek xalên artêşa Sûriyeyê yên li parêzgeha Şamê kir.

03.01.2024, Çar - 13:06

Îsraîlê li Şamê xalên artêşa Sûriyeyê bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Medyaya fermî ya Sûriyeyê got, “Derdora demjimêr 4:35ê berê sibeha îro Îsraîla dijmin ji aliyê Colana Sûriyeyê ya dagirkirî ve li dijî gelek xalên artêşê yên li gundewarên Şamê êrişeke esmanî kiriye û tenê zererên madî çêbûne.”

Di dema dawî de, Îsraîlê êrişên xwe yên li ser grûpên çekdar ên alîgirên Îranê yên li Sûriyeyê zêde kirine.

Di sê rojên borî de jî hinek ji wan êrişan bûn sedema kuştin û birîndarbûna gelek çekdaran.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, piştî wan êrişan grûpên çekdar li deverên ku di bin kontrola wan de ne dest bi guherîna taktîka kar û dabeşbûna xwe kiriye.

Herwiha grûpên çekdar li wan herêman tedbîrên ewlehiyê derxistine asta herî bilind.

Çalakvanên mirovî yên herêmê jî behsa wê yekê dikin ku grûpên çekdar li navçeya Bû Kemalê ya rojhilatê Dêrezorê pênc kes û li navçeya Balafirgeha Neyrebê ya leşkerî ya li parêzgeha Helebê jî du kes bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê desteser kirine.

Berî çend rojan di bombebarana Îsraîlê ya li ser Balafirgeha Helebê de 4 endamên grûpên çekdar ên alîgirên Îranê hatibûn kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 173 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:38:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x