Îsraîl êrişî Refahê dike: Bi sedan kuştî û birîndar hene

Îsraîl tevî hemû bertekan jî êrişî bajarê Refahê yê Filistînê yê li sînorê Misirê dike.

12.02.2024, Pts - 06:35

Îsraîl êrişî Refahê dike: Bi sedan kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gorî çavkaniyên ji Filistînê, di van êrişên Îsraîlê de herî kêm sed kes hatine kuştin û bi sedan jî birîndar hene.

Bajarê Refahê li başûrê Xezeyê ye û derdora 1,5 Filistînî lê dijîn.

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku Îsraîlê bi awayekî dijwar êrişî Refahê kiriye.

Li aliyê din, çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîn destnîşan kir ku herî kêm 37 kes hatine kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Filistînê WAFAyê jî diyar kir ku zêdetir ji 100 kesî hatine kuştin û bi sedan jî birîndar hene.

Heyva Sor a Filistînê amaje pê da ku Îsraîl êrişî navenda Refahê dike û malên sivîlan dibin hedef.

Birêvebirê Nexweşxaneya Kuweytê ya li Refahê Suheyb el-Xims anî zimên ku nexweşxane tiji birîndar e û derman kêm in.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, Îsraîlê ji hewa, bejahî û deryayê ve derdora 40 êrişî encam dane.

Heman çavkaniyan daxuyand ku malên sivîlan û mizgeft jî bûne hedefa êrişan.

Du dîl hatin rizgarkirin

Artêşa Îsraîlê ragihand, du dîlên bi navên Louis Hurr (70) û Fernando Marman (60) hatin rizgarkirin ku ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ketibûn Hemasê.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee bi rêya hesabê xwe yê Xê eşkere kir ku operasyona ji bo van her du dîlan bi awayekî serkeftî pêk hatiye.

Misirê hişyarî dabû

Misirê ji bo ku êrişî Refahê neke hişyarî dabû Îsraîlê û gotibû “Dê encamên wê yên giran hebin.”

Misirê herwiha bangî civaka navneteweyî kir ku zextê li Îsraîlê bike da ku bersiveke erênî bide bangên ji bo kêmkirina aloziyan.

Biden bi Netanyahu re axivî

Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser mijarê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re axivî.

Biden jê û got heta planeke "pêbawer" ya ji bo ewlehiya ji milyonekê zêdetir kesa neyê amadekirin, divê li Refahê operasyona leşkerî dest pê neke.

Netanyahu amaje pê dide ku plana wan amade ye û ew dê êrişî Refahê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:49:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x