Li peravên Sûriyeyê aloziyeke mezin heye. Roja Pêncşemî 6ê Adara 2025an jî, li Laziqiyê şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta nû ya Sûriyê û alîgirên rêjîma berê ya Esed de derketin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê di şer aloziyê navbera hêzên ewlehiyê û paşmayên rêjîma Esed de, 162 kes hatin kuştin, piraniya bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê yên rêveberiya nû ya Sûriyeyê hatin kuştin.
Ji aliyekî din ve,Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê îro 8ê Adarê got, hêzên wan êrîşeke paşmayên Beşar Esed li ser baregeha hêzên deryayî ya li Laziqiyê pûç kir.
Piştî şer û pevçûnên dijwar di navbera çekdarên Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed û hêzên ewlehiyê de, rayedaran li bajarên peravê Tertûs û Laziqiyê qedexeya derketina derve ragihandin.
Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê got, divê paşmahîyên rejîma Esed çekên xwe radest bikin. Kî tawanan li dijî xelkê bike, û yê ku bixwaze ewlehî û aştiya sivîl têk bide, emê wan bînin ber dadgeheke dadperwerane.
Tekez kir jî: “Em ê berdewam bin li ser sînorkirina çekan di destê dewletê de û em ti çekên bê kontrol li Sûriyeyê nahêlin.”