Bexdadî: Tirsa Tirkiyê avakirina dewleta Kurd e

Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî di peyamekê de, behsa helwesta dewletên herêmê û daxwaza dewletbûna Kurdan kir.

30.09.2017, Cts - 11:46

Bexdadî: Tirsa Tirkiyê avakirina dewleta Kurd e
Nuçe Belav bike

Li gor vîdyoya dengî ya li ser navê Bexdadî hatiye belavkirin û di medyayê de jî cî girtiye: "Tirsa mezin a Tirkiyê ew e ku Kurd dewletekê damezirînin."

Bexdadî li ser pêşhatên herêmê dibêje, "Hevpeymanan, welatên Ewropa, Îran û Iraq hemû yekdeng in ji bo paşxistina hin mijaran da ku ti tiştek wan mijûl neke ji şerkirina li dijî Dewleta Îslamî li herêmê."

Bexdadî di berdewamê de jî diyar dike, "Çimku gelek Kurd li Tirkiyê hene. Loma Tirkiye her tiştî dike, da ku Kurd nebin xwedî dewlet. Tirkiye tirs û nîgeraniyeke mezin dijî, çimku Kurd dest bi berfirehxwaziyê kirine û ew jî dê neçar bimînin şer bikin, da ku Kurdên Tirkiyê daxwaza serxwebûnê nekin."

Ebûbekir Bexdadî herwiha dibêje: "Tirkiye ji tirsa Amerîka û Ewropa nikare şer bike. Bi pêşbîniya Tirkiyê ev şerekî misoger e, lê hatiye paşxistin."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1707 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:20:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x