Bi hinceta PKKyê 49 kes hatin desteserkirin

Li 19 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta “endamtî, alîkarî û propagandaya PKKyê” 49 kes hatin desteserkirin.

14.04.2024, Paz - 20:12

Bi hinceta PKKyê 49 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Bi serpereştiya Serdozgeriyên Komarê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Serokatiya Daîreya Terorê ya Ewlehiyê û Serokatiya Îstixbaretê operasyona Bozdogan-25ê hatiye kirin û 49 gumanbar hatine desteserkirin.”

Operasyon li bajarên Stenbol, Edene, Bîlecîk, Duzce, Edîrne, Eskîşehîr, Kocaelî, Manîsa û Samsun ên Tirkiyeyê û li bajarên Amed, Riha, Şirnex, Agirî, Êlih, Erzirom, Dîlok, Mereş, Kilîs, Mûş û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê hat kirin.

Yerlîkaya da zanîn ku 49 kes bi hinceta “propagandaya rêxistinê ya li ser medyaya civakî”, “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” hatine desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Vî nûçeyê tevayî: 134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:35:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x