Hevseroka ESD: Li Efrînê Artêşa Tirkiyê êrîşî YPGê dike

Hevseroka Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD) Îlham Ehmed derbarê agirbesta li Sûriyê ya ku, hatibû ragehandin li gor lihevkirina Astanayê ragehand, ti wateya agirbestê tûneyê eger heta niha Artêşa Tirkiyê li bajarê Efrînê êrîşî Yekîneyên Parastina Gel(YPG) dike.

08.02.2017, Çar - 06:34

Hevseroka ESD: Li Efrînê Artêşa Tirkiyê êrîşî YPGê dike
Nuçe Belav bike

Derbarê êrîşên Artêşa Tirkiyê Hevseroka Encûmena Sûriyê ya Demokratîêk(ESD) Îlham Ehmed li ser hisabê xwe yê Tiwîterê daxuyaniyek belav kir tê de ragehnd ku, xuyaye Astnan agirbest tenê di nav komên çete de rawestandiye, da zanîn ku, Artêşa Tirkiyê heta niha li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê êrîşî YPGê dike û got:"Gelo agirbest li ku maye."?

Herwiha Hevseroka ESD Îlham Ehmed rexne li Rûsyayê derbarê bêdengiya wê beramberî êrîşên Tirkiyê li ser bajarê Efrînê kir.

Li gor hin jêderên navxweyî ji bajarê Efrînê, Artêşa Tirkiyê êrîşî navendên Yekîneyên Paratina Gel(YPG) li gundên El-Qadî û Fîlat ser bi navçeya Şera kirbû û ew gund topbaran kiribû.

Duh, bi armanca danîna mîkanîzmeke sê alî bo çavdêriya agirbesta li Sûriyê nûnerê her yek ji welatên Rûsya, Tirkiyê, Îran û Uridnê, herwiha nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo duyemîn car li Astanayê paytexta Kazaxistan civiyan.

Berî niha û di 23-24ê meha borî de nûnerên wan welatan li gel şandek ji rejîma Sûriyê û Opozîsyona çekdar a wî welatî civiyabûn, tê de li ser agirbestekê li Sûriyê lihev kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:55:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x