Hulusî Akar: Piştî erdhejê nêzîkî 60 hezar Sûrî vegeriyane welatê xwe

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar îdîayên ku tê gotin piştî erdhejên Mereşê koça ji Sûriyê bo Tikriyê berdewam e red kirin û got: “Piştî erdhejê nêzîkî 60 hezar Sûriyên xaniyên wan herifîbûn û endamên malbatên wan canê xwe ji dest dabûn bi dilê xwe vegeriyane welatê xwe û niha ewlekariya sînor tê parastin.”

27.03.2023, Pts - 12:19

Hulusî Akar: Piştî erdhejê nêzîkî 60 hezar Sûrî vegeriyane welatê xwe
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar îro Duşemê 27ê Adara 2023an li parêzeha Hatayê serdana baregehên artêşa Tirkiyê yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê kir.

Akar derbarê ewlekariya hatiye wergirtin de amaje bi wê yekê dide ku bi şev û roj bi Sîstema Dragoneye (Çavê Ejderha) Elektro-Optik Sensor sînor tê kontrolkirin û rê nîne koçber bikevin nav axa Tirkiyê.

Hulusi Akar got: “Dem bi dem mijara ewlekariya sînor dikeve rojevê, lê tiştên tên gotin ne rast in. Sînorên me hemû rojan 24 demjimêran bi teknîka herî pêşketî tên parastin. Teknîka niha em bikar tînin teknîka herî pêşketî ya di dîroka komara me de ye. Hinek caran bi armanca berjewendiya siyasî mijara ewlekariya sînorên me dibe mijara polemîkan. Lê tişta tê kirin ne rast e.”

Akar herwiha îdiayên koça ji Sûriyê bo Tirkiyê red kirin û got: “ Piştî erdhejê jî hinek kesan gotin koçber ji Sûriyê derbasî Tirkiyê dibin, lê ev yek nebûye. Piştî erdhejê nêzîka 60 hezar Sûriyên ku malên wan herifîbûn bi dilê xwe vegeriyane Sûriyê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:20:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x