Li 43 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê hat dayîn

Li 43 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêlek baran dibare û hişyarî ji rabûna lehiyê tê dayîn.

01.10.2023, Paz - 18:17

Li 43 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê hat dayîn
Nuçe Belav bike

Navenda Keşnasiyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ji îro û pê ve dê pêleke baran û birûskê bi ser 43 parêzgehan de bê.

Li gorî daxuyaniyê, 43 parêzgeh ketine lîsteya parêzgehên ku divê rûniştvanên wan xwe ji lehiyan re amade bikin û xwe ji cihên ku av tê de kom dibe, dûr bixin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojên pêş de pileya germê dê 3 heta 5 pileyan dakeve.

Ji wan 43 parêzgehan, 10 parêzgeh li Bakurê Kurdistanê ne û welatiyên wan parêzgehan ji ber barîna barana zêde hatine hişyarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 439 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:01:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x