Li Bursayê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li navçeya Orhangaziyê ser bi parêzgeha Bursayê ya Tirkiyê, di dema derbasbûna otobusa karmendên girtîgehê de teqînek çê bû û li gor zanyariyên destpêkê kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.

20.04.2022, Çar - 09:02

Li Bursayê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gori agahiyên destketi li Taxa Yeni Karaman ya navçeya Orhangaziyê îro sibehê 20ê Nîsanê di dema derbasbûna otobusa karmendên (gardiyan) girtîgehê dibirin kar de teqîn çê bû. Li gor zanyariyên destpêkê karmendekî girtîgehê canê xwe ji dest da û 1 jê bi giranî 4 karmend birîndar bûn.

Piştî teqînê gelek ambulans, polîs û tîmên rizgarkirinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Parêzgarê Bursayê Yakup Canbolat got: “Tê texmînkirin teqîn bi rêya bombeyeke bi dest çêkirî û bi kontrolê ji dûr ve hatiye kirin. Di otobusê de nêzîkî 30 kesan hebû. Mixabin karmendekî girtîgehê canê xwe jidest da. Yek jê giran û 4 birîndarên me hene.”

Yakup Canbolat dibêje, dê Wezîrên Navxwe û Wezîrên Dadê yên Tirkiyê ji nêzîk ve bûyerê dişopînin û dê serdana Bursayê bikin.

Canbolat got: “Em wiha dinirxînin ku êrîşeke terorî be û hezên emnî demildest dest bi lêkolînê kirin. Mijar ji her alî ve tê lêkolînkirin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Li ser rêya Bursa-Mudanyayê dema derbasbûna karmendên girtîgehê bi rêya bombeyeke bi dest çêkirî ku ji dûr ve hat teqandin, teqînek çê bû û karmendekî girtîgehê canê xwe jidest da.”

Soylu herwiha dibêje, ji bo girtina kiryaran xebat berdewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:37:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x