Li taxa Çayeliyê, ji ber barana zêde hezaz çêbû û ax bi ser avahiyeke 6 qatî de herifî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD û tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.
Li gorî agahiyên destpêkê, Yakup Bayraktarê ku li qata yekem dijiya di bin axê de ma û mir.
Her wiha 3 kesên din jî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyê.
Li aliyê din, kesên ku di apartmanê de asê mabûn jî ji aliyê îtfaiyeyê ve hatin derxistin.