Li Stenbolê 13 kes bi tohmeta PKKê hatin desteserkirin

Li Stenbolê 13 kes bi tohmeta “li ser medyaya civakî propagandaya PKKê kirine” hatin desteserkirin.

24.05.2023, Çar - 07:43

Li Stenbolê 13 kes bi tohmeta PKKê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlehiya Stenbolê ji bo kesên ku li ser medyaya civakî ku tê îdiakirin propagandaya PKKê kirine bên girtin xebat dan destpkirin.

Di operasyoneke hev dem de 13 kes li Bayrampaşa, Bahçelîevler, Bagcilar, Esenyurt, Eyupsultan, Esenler, Gazîosmanpaşa, Kuçukçekmece, Sultangazî û Pendîkê hatin desteserkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê li navnîşana kesên hatine desteserkirin, dest bi ser “gelek demançeyên derewîn û weşanên qedexe” de hatiye girtin.

Hat zanîn ku li navenda ewlehiyê karûbarên yasayî derbarê kesên ku hatine desteserkirin de berdewam in.

Karên şikbaran li ewlehiyê dewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:28:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x