Ev demeke Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û hikûmet li referandumê kom bûne, ji aliyê din ve 3 gavên krîtîk ku li ser xebat dihate meşandin dê biryara wê piştî 16ê Nîsanê were dayîn. Ev hersê sernav bi dorê wê têkevin heyatê. Li gorî nûçeya Volkan Yanardagê rojnameya Haberturkê sernav wiha ne.
Li gorî nûçeyê di rêza yekemîn de dirêjkirina Rewşa Awarte heye. 19ê Nîsanê biryara dirêjkirina Rewşa Awarte wê here Lijneya Wezîran û ji wir jî dê bişînin parlamentoyê û ji bo 3 mehên din ê were dirêjkirin.
Di ajandeya hikûmetê de sernavê din jî derxistina biryarnameyên di hikmê qanûnê (KHK) de ye. Ji 15ê Tîrmehê heta niha 21 biryarname hatin derxistin û ya herî dawî di 29ê Adarê de hatibû weşandin. Amadehiyên KHKê qediyane û piştî referandumê dê were weşandin.
Yek ji sernavên din ê hikûmetê jî wê avakirina Komîsyona Lekolîn a Karên Rewşa Awarte be. Tê pêşbînîkiirn ku piştî referandumê endamên komîsyonê dest bi kare xwe bikin ku kesên ji 15ê Tîrmehê û vir ve ji saziyên fermî hatine avêtin bikaribin serî li komîsyonê bidin ku rê li ber darizandinê vebe.