Kompanyaya Lêkolînê ya MetroPOLLê li 39 navçeyên Stenbolê di navbera 21-22yê Sibata 2024an de bi hezar û 664 kesan re rapirsiyek kir û encamên wê parve kirin.
MetroPOLLê di rapirsiyê de ji dengderan pirsiye: “Eger vê yekşemê hilbijartinên parlamentoyê çêbibin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”
Li gorî rapirsiyê, rêjeya dengên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) li gorî hilbijartinên berê daketiye û dengên Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) jî zêde bûne.
Bêyî ku dengên kesên bêbiryar û kesên dengdanê protesto dikin li partiyan bên belavkirin rêjeya dengên partiyan bi vî awayî ye:
AK Partî: Ji sedî 26,4
CHP: Ji sedî 24,7
DEM Partî: Ji sedî 8,0
MHP: Ji sedî 5,2
ÎYÎ Partî: Ji sedî 5,1
Partiya Zaferê: Ji sedî 2,1
TÎP: Ji sedî 1,5
YRP: Ji sedî 3,7
Partiya Memleketê: Ji sedî 1,2
Yên din: Ji sedî 2,0
Bêbiryar: Ji sedî 11,5
Protesto: Ji sedî 5,5
Yên bersiv nedane: Ji sedî 3,1
Piştî ku dengê kesên bêbiryar, ên bersiv nedane û hilbijartinê protesto dikin li partiyan hatin belavkirin encam wiha ye:
AK Partî: Ji sedî 33,1
CHP: Ji sedî 31,0
DEM Partî: Ji sedî 9,9
MHP: Ji sedî 6,5
ÎYÎ Parti: Ji sedî 6,3
Partiya Zaferê: Ji sedî 2,7
TÎP: Ji sedî 1,9
YRP: Ji sedî 4,6
Partiya Memleketê: Ji sedî 1,5
Yên din: Ji sedî 2,5
Li gorî encamên fermî rêjeya dengên partiyan di hilbijartinên parlamentoyê yên 14ê Gulana 2023yan de li Stenbolê wiha bûn:
AK Partî: Ji sedî 35,73
CHP: Ji sedî 28,51
HDP: Ji sedî 8,18
MHP: Ji sedî 6,07
ÎYÎ Partî: Ji sedî 8,23
Partiya Zaferê: Ji sedî 2,86
TÎP: Ji sedî 4,11
YRP: Ji sedî 3,32
Partiya Memleketê: Ji sedî 1,01
Yên din: Ji sedî 1,98