Yoneylem: Di hilbijartinên bê de dengên Erdogan kêm dibin

Li gor rapirsiyeke nû, rêjeya dengên AK Partî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan her diçe kêm dibe û MHP jî di bin benda hilbijartinê de dimîne.

03.11.2022, Per - 08:00

Yoneylem: Di hilbijartinên bê de dengên Erdogan kêm dibin
Nuçe Belav bike

Her ku hilbijartinên Tirkiyê nêzîk dibin kompanya û navendên lêlolînan jî kar û xebatên xwe yên rapirsiyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde dikin. Li gor rapirsiyeke nû, rêjeya dengên AK Partî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan her diçe kêm dibe û MHP jî di bin benda hilbijartinê de dimîne.

Navenda Lêkolînan a Yoneylemê bi navê “Di Cotmeha 2022ê de Panela Siyaseta Tirkiyê” li 27 bajaran rapirsiyek ligel 2 hezar û 400 kesan kiriye.

Ji beşdaran pirsa ger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê? hatiye pirsîn. Dema dengên kesên bê biryar tên cudakirin, li gorî lêkolînê rêzbendiya rêjeya dengên partiyên siyasî wiha ye:

AKP: sedî 32,4

CHP: sedî 29,1

İYİ Parti: sedî 12,4

HDP: sedî 10,1

MHP: sedî 5,8

Partiya Zaferê: sedî 2,4

Jinûve Refah: sedî 2

DEVA: sedî 1,6

Partiya Karkerên Tirkiyê: sedî 1,3

Partiya Seadetê: sedî 0,8

Partiya Memleket: 0,6

Partiya Pêşerojê: 0,4

Herwiha bo hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê jî Navenda Lêkolînan a Yoneylem navê sê kesan anîne beramberî hev û ji beşdaran hatiye pirsîn ka hun dê dengê xwe bidin kîjanî ji wan?

Li ser pirsa hûnê dengê xwe bidin Erdogan?

Na: sedî 55,5

Belê: sedî 33,7

Bê biryar: sedî 10,4

Li ser pirsa hûnê dengê xwe bidin Erdogan an Serokê CHPê Kemal KIlişdaroglu?

Kiliçdaroglu: sedî 43,6

Erdogan: sedî 40,7

Li ser pirsa hûnê dengê xwe bidin Erdogan an Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu?

Îmamoglu: sedî 47,9

Erdogan: sedî 39,6

Li ser pirsa hûnê dengê xwe bidin Erdogan an Mansur Yavaş?

Yavaş: sedî 56,3

Erdogan: sedî 34,7

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:08:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x