Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê wê îro li ser çend mijarên girîng bicive

Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê îro bicive û li ser dûbarebûna êrîşên li ser herêma Kurdistanê û fişarên hikûmeta federal li ser sektora enerjîya herêmê û kompanyayên biyanî gotûbêj bike.

29 Hezîran 2022 - 08:17
29 Hezîran 2022 - 08:17
 0
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê wê îro li ser çend mijarên girîng bicive

Civîna heftane ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî tê lidarxistin.

Di civînê de wû behsa çendîn car êrîşan li ser xelkê û jêrxana Kurdistanê di mehên derbasbûyî de û girîngiya pêk anîna hêzeke hevbeş ji hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekarî yên Iraqê bo dagirtina valahiya ewlekarî û tedbîrên bo parastina jêrxaneya giştî û navendên petrol û gazê bê kirin. .

Herwiha tekezî li ser zextên berdewam yên hikûmeta federal li ser sermayedarên petrol û gazê li Herêma Kurdistanê kirin, ji bo rêgirtin li pêşketina çavkaniyên petrol û gazê li Herêma Kurdistanê, ku ev yek binpêkirina eşkere ye ji desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê.

Di beşeke din a civînê de jî wê ji bo pêşkêşkirina bûdceya sala 2022an bê terxankirin.

Tê çaverêkirin di dawiya civînê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê encam û biryarên Encûmena Wezîran de daxuyaniyekê belav bike.

Ev nûçe bi tevahî 813 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:10:59