Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê kir

Ji ber bidawîbûna erkê xwe, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.

29 Hezîran 2022 - 10:47
29 Hezîran 2022 - 10:47
 0
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Palladino kir, ku ji ber bidawîbûna erkê xwe, serdan kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Amerîkayê kir ji ber xebata wî ya ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê

Mesrûr Barzanî di erkên wî yên nû de hêviya serkeftinê ji bo Robert Palladino xwest.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê pêzanînên xwe ji bo pêwendî û hevahengiya berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel konsulxaneya welatê wî ya li Hewlêrê nîşan da.

Ev nûçe bi tevahî 706 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:51:30