Îro 32.mîn salvegera Enfala Badînanê ye

Di roja 25ê Tebaxa 1988ê 36 gundên parêzgeha Duhokê hatine kimyabarankrin û nêzîkî 30 kesan canê xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûn.

25 Tebax 2020 - 03:49
25 Tebax 2020 - 03:49
 0
Îro 32.mîn salvegera Enfala Badînanê ye

Îro 25- 08- 2020an 32 sal bi ser Enfala Badînanê derbas dibe. Lê heya niha birîna kesûkarên enfalkirîyan sarêj nebûye û ew çaverêne rufatên kesûkarên wan bihên vegerandin.

Kesûkarên enfalkirîyên Badînan, niha daxwaz û hêvîya wan ew e di vê çaverwanîya niha de rizgar bibin û rufatên kesûkarên wan bihên vegerandin bo Herêma Kurdistanê.

Di roja 25ê Tebaxa 1988ê 36 gundên parêzgeha Duhokê hatine kimyabarankrin û nêzîkî 30 kesan canê xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Enfala Badînan pêlava dawî ya enfalan bû, li 25ê Tebaxa Îlonê, 1988 tevaya devera Badînan vegirt û têde kîmîyabaran, girtin, kuştin, raguhaztin, wêrankirina mizgeft, dêr, gund û deverên Badînan ji alîyê 5 firqeyên serbazî ve hat encamdan û ewên ji wê pêlavê Enfalê jî rizgar bûn, awareyê Îran, Tirkiyê û welatên cîhanê bibûn.

Ev nûçe bi tevahî 1228 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:46:35