Komek jinên Iraqî, wekî tîma paqijkirina mînan kar dikin
Tîma paqijkirina mînan a ji 6 jinên Iraqî pêk tê, 3 sal in ku li Musulê, bi awayekî dildar mînên ku DAIŞê çandine, paqij dikin. Hat ragihandin ku vê tîmê, di nav sê salan de bi sedan mîn û teqemenî ji nav birine.

Li Musulê, cara yekemîn e ku tîmeke jinan, ji bo paqijkirina mîn û teqemeniyan kar dike. Hat ragihandin ku ev her 6 jin, mexdûrên terorê ne û xizmên xwe di êrîşên terorî de wenda kirine. Her wiha ji ber vê êş û azara xwe jî li saziyeke jinavbirina mîn û teqemeniyan a Swêdî, perwerdehî dîtine. Hat ragihandin ku tîma jinan, piştî perwerdehiya jinavbirina mîn û teqemeniyan, ji Parêzgariya Musulê destûrnameya fermî girtine û li derdora Musulê, ji hezaran zêdetir mîn û teqemenî ji nav birine.
Hat ragihandin ku ev jin, bi awayekî dildar ango bêyî ku doza mafekî bikin, dixebitin û di dema xebata vê tîmê de ambulans û tîma tenduristiyê jî cihên xwe digirin.
Nûvekirina herî dawî: 06:23:03