Li Semsûrê bûyera trafîkê: 9 birîndar

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, doh derengê şevê du otombîlan li hev dan û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

30 Çile 2023 - 04:36
30 Çile 2023 - 04:36
 0
Li Semsûrê bûyera trafîkê: 9 birîndar

Li ser 3emîn rêya hawîrdorê ya Semsûrê, doh derengê şevê 29ê Çileya 2023an otombîla şofêrê wê Mustafa A. û otombîla şofêrê wê Zeynal S. li hev dan. Di encama bûyerê de 9 kesên di her du otombîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. 9 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Ev nûçe bi tevahî 1162 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:27:08