Li Siwêrek ji bo parêzgehbûnê 100 hezar îmze

Kampanya komkirina 100 hezar îmzeyan ji bo parêzgehbûna navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê birêve diçe.

30 Çile 2023 - 05:51
30 Çile 2023 - 05:51
 0
Li Siwêrek ji bo parêzgehbûnê 100 hezar îmze

Xelkê navçeya Siwêregê daxwaza mafê parêzgehbûnê dikin ku sala 1926an ji wan hatibû wergirtin. Ji bo vê armancê sala 1990î Komeleya Parêzgehkirin û Pêşxistina Siwêregê ava kirin û bênavber xebatên parêzgehbûnê dimeşînin.

Alîkarê Serokê Komeleya Parêzgehkirin û Pêşxistina Siwêregê Ferit Akçali anî ziman, “Armanc û xebata me ji bo parêzgebûna Siwêregê ye, di sala 1923an de Siwêreg parêzgeh bû û 3 navçeyên wê hebûn ku Çermûk, Hilwan û Wêranşar bûn, heta 1926an parêzgeh bû paşê kirine navçe.”

Armanca Komeleya Parêzgehkirin û Pêşxistina Siwêregê, sed hezar îmze ye. Piştî komkirina sed hezar îmzeyî, dê berpirsên komeleyê îmzeyan li Enqerê pêşkêşî aliyên siyasî û Parlamentoya Tirkiyê bikin.

Welatî Ramazan Ogretmiş got, “Hefteyek e ji bo em 100 hezar îmzeyan berhev bikin di nava Siwêregê de digerin. Me heta niha 81 hezar îmze berhev kirine û em li parêzgehên din jî ji bo berhevkirina îmzeyan digerin.”

Siwêreg sala 1867an wek qezayeke eyaleta Kurdistanê hat qebûlkirin. Di navbera salên 1908 û 1923an wek parêzgeheke serbixwe ser bi eyaleta Diyarbekirê ve bû. Sala 1923an bi avakirina Komara Tirkiyê re bû parêzgeheke serbixwe û sala 1926an statuya wê ya parêzgehbûnê hat betalkirin û wek navçeyeke Rihayê hat diyarkirin. Navçeya Siwêregê niha bi 270 hezar niştecihên xwe li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji 35 parêzgehan mezintir e.

Ev nûçe bi tevahî 880 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:06:04