Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê kir

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û ya Iraqê bi taybetî hat gotûbêjkirin

20 Berfanbar 2022 - 08:59
20 Berfanbar 2022 - 08:59
 0
Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 20/12/2022an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê Klaus Streicher kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û ya Iraqê bi taybetî hatin kirin û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û bernameya karê hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Her di vê civînê de tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê Şingalê de hat kirin, ew jî ji bo vegerandina aramiyê bo debera Şongalê û bidawîkirina koçberbûna xelkê Şingalê û vegera wan bo warê bav û kalên xwe.

Gefên terorê mijareke din a vê hevdîtinê bû û Konsulê Almanya li Hewlêrê tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî di şerê li dijî terorê de hevkar û piştevanê Herêma Kurdistanê û Iraqê dimîne û Ji bo Almanyayê aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê xwedî girîngiyeke taybet e.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir ku di şerê li dijî terorîstan de alîkariya gelê Kurd kiriye û pêwendiyên di navbera gelê Kurd û gelê Alman de bi dîrokî û dostane bi nav kir.

Ev nûçe bi tevahî 631 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:24:56