Hakan Fîdan: Divê Peymana 10ê Adarê ya bi HSDyê re were bicihanîn

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, “Bicihkirina Peymana 10ê Adarê ya ku bi HSDyê re hatiye destpêkirin dê tevkariyeke mezin li aramiya Sûriyeyê bike.”

10 Berfanbar 2025 - 10:21
10 Berfanbar 2025 - 10:21
 0
Hakan Fîdan: Divê Peymana 10ê Adarê ya bi HSDyê re were bicihanîn

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di Lijne Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de di çarçoveya hevdîtinên Budceya 2026an de axivî û nirxandinên girîng li ser rojevê kirin.

Fîdan di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û amaje bi “Peymana 10ê Adarê” ya ku di navbera Şam û HSDyê de hatiye îmzekirin da.

 “Em piştgiriyê didin Sûriyeyeke ku hemû pêkhate lê bi aramî dijîn”

Hakan Fîdan diyar kir ku Sûriye di demeke kurt de ji bo vegera nav civaka navneteweyî mesafe qut kiriye û got:

“Em piştgiriyê didin Sûriyeyeke ku komên olî û etnîkî yên cuda di nav aramiyê de bi hev re dijîn.

Em dixwazin Sûriyeyeke ku Ereb, Kurd, Tirkmen, Sunî, Durzî, Nusayrî, Xiristiyan û Şîe hemû beş bi aramî lê dijîn bibînin.

Ji vî alî ve em bawer dikin ku bicihkirina Peymana 10ê Adarê ya ku bi HSDyê re hatiye destpêkirin dê tevkariyeke mezin li aramiya welêt bike.”

Fîdan bi bîr anî ku wî par di heman kursiyê de gotibû “Sûriye ji 8ê Kanûna Pêşîn ve ketiye serdemeke nû” û diyar kir ku vê serdemê ne tenê ji bo Sûriyeyiyan, ji bo aramiya hemû herêmê pencereyeke derfetan vekiriye.

Fîdan her wiha destnîşan kir ku wan bi welatên herêmê re hevahengî kiriye û piştgirî daye ku Amerîka û welatên Ewropayê bi birêvebiriya Sûriyeyê re têkiliyên avaker deynin.

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:27:30