Heşdî Şabî û leşkerên Iraqî lihev ketin

Hat ragihandin ku duh êvarê li başûrê rojhilat ê Mûsilê alozî û pevçûn di navbera milîşên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê de derketin.

03.12.2017, Paz - 06:40

Heşdî Şabî û leşkerên Iraqî lihev ketin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeyekî ku malpera Şafaqnewsê ya nêzikî Heşda Şeibî ye, hat ragihandin ku leşkerên Iraqî dema gihîştin nava bajarokê Hemdaniyê li başûrê rojhilatê Mûsilê, teqe bi hewa de berdan, ku ev yek jî di nava çekdarên lîwaya 30an a Şebekên nava Heşda Şeibî de bû cihê nerazîbûnê û ji ber vê yekê rê li leşkerên Iraqê girtin, da ku derbas nebin.

Hat îdiakirin ku piştî daketina leşkeran ji otombîlan nîqaş di navbera her du aliyan de derket û piştre her aliyekî demekê teqe bera hevdu dan, lê ti ziyaneke canî pêk nehat.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1540 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:26:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x