500 malbatên Teleferê xwe gihandin peşmerge

Ji ber şerê navbera hêzên İraq û DAİŞ ê hemwelatiyên İraqê ji cîh û warên xwe dibin. Li bakûrê bajarê Tileferê 500 malbat nema karibûn di ber xwe bidin û ji cîh û warên xwe koç kirin.

07.06.2017, Çar - 07:20

500 malbatên Teleferê xwe gihandin peşmerge
Nuçe Belav bike

Rawestgeha wan ya ewilî ku bi ewlebû gundê Sehlicê bû. Di beyanên xwe de xelkê koçber gotin ku jiyana wan di talûkê de ye û ditirsin ku bên kuştin. Duyem ti xwarin li devera wan nemaye. Nikarin xwarinan bi pereyên xwe bidest bixin û tiştên heyî jî zahf biha ne. Di herêma wan ti aramî nemaye.

Berpirsên pêşmerge dibêjin piştî ku xelkê Teleferê xwe gihandin cem wan, wê kontrola wan bikin û wan neqlê kampên nêzî bajarê Mûsilê bikin ku ew kamp bo xelkên penaber hatine avakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1612 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:34:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x