Bexda: Ji bilî hilweşandina encamên referandumê ti mercên me nîne

Berdevkê Nivîsîngeha Serokwezîriya Iraqê Sedî Hedîs got ji bo destpêkirina guftugoyên li gel Herêma Kurdistanê ji bilî hilweşandina encamên giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê ti mercên wan nîne.

04.01.2018, Per - 14:31

Bexda: Ji bilî hilweşandina encamên referandumê ti mercên me nîne
Nuçe Belav bike

Îro pencşemê 04-01-2018, Berdevkê Nivîsîngeha Serokwezîriya Iraqê Sedî Hedîsî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand: “Bexda ji bo çareserkirina pirsgirêkan dixwaze Herêma Kurdistanê pabendê destûra bingehîn û yasayên Iraqê be.”

Sedî Hedîsî anî ziman ku got ji bo destpêkirina guftugoyên li gel Herêma Kurdistanê ji xeynî hilweşandina encamên giştpirsiya serxwebûna ti mercên Bexdayê nîne.

Berdevkê Ebadî da xuyuyakirin, ku ew bi ti awayî li ser encamên giştpirsiyê danûstandinan nakin.

Şanda Herêma Kurdistanê ji bo hurbînkirina mûçeyên Wezaretên Perwerde û Wezareta Tendirustiyê Herêma Kurdistanê niha li Bexdayê ye.

Beriya niha Hikûmeta Iraqê mercên xwe yên ji bo destpêkirina guftugoyên li gel Herêma Kurdistanê bi van ser navan eşkere kiribû: “Radestkirina firokexaneyan, deriyên sînor, serwet û samanên welat, hêzên pêşmerge, dezgehên ewlekarî yên kurd, sepandina yasayan li navçeyên nakok û pêşîgirtina her hewldanekê li dijî destûrê. Hilweşandina encamên giştpirsiyê.”

Roja 16ê Cotmehê hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrîş kirn ser navçeya Xurmatû, bajarê Kerkûkê û navçeyên nakok.

Roja 20ê Cotmehê jî van hêzan êrîşê bajarokê Pirdê ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê kir. Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiv da û şer derket.

Piştî pevçûnan Wezareta Derve ya Amerîkayê bi peyamekê daxwaza rawestandina pevçûnan û destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand, bi armanca çareserkirina pirsgirêkan pêşwazî li destpêkirina danûstandinan li gel Bexdayê bi zûtirîn dem û di çarçoveya Destûra Iraqê û bêyî ti pêşmercekê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:18:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x