Di şerê navbera du tayifeyên ji eşîrekî de 7 kes hatin kuştin

Di şerê navbera du tayifeyên ji eşîrekî de li parêzgeha Mîsan a Iraqê 7 kes hatin kuştin.

29.12.2022, Per - 08:59

Di şerê navbera du tayifeyên ji eşîrekî de 7 kes hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Êvara Çarşembê 28ê Kanûna 2022an, li nahyeya Selam a ser bi qezaya Meymûne ya li rojhilatê parêzgeha Mîsan li başûrê Iraqê, di navbera du tayifeyên ji eşîretekê de şerekî dijwar derket.

Li gor zanyariyan, şer û pevçûn di navbera tayifeyên Albokerîm û Alboxanim ên eşîra Al Zirêrc de çêbûye û her du aliyan çekên sivik û navendî bikar anîne.

Hatiye ragihandin ku her du aliyan bi çekan êrîşî hev kirine û di encamê de herî kêm 7 kes hatine kuştin.

Berdevkê Tendirustiya Mîsanê, Mihemed Kînanî îro Pêncşemê 29ê Kanûna 2022an ji Rûdawê re ragihand, “bi sedema wî şerî heft kes hatine kuştin û termên wan rakirine Tiba Edlî ya Mîsanê. Herwiha du birîndar jî rakirine Nexweşxaneya Şehîd Sedr û tên dermankirin.”

Berdevkê Tendirustiya Mîsanê diyar kir, “şerê navbera her du aliyan demjimêr 18:00 êvara Çarşemê çêbûye, lê ji ber cihê ku şer lê çêbûye devereke asê û dijwar e, hêzên ewlehiyê demjimêr 21:00 gihîştine cihê şer û termên kuştiyan rakirine Tiba Edlî.”

Polîsê Parêzgeha Mîsanê jî duh derengê şevê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzeke emnî ku ji polîsên Mîsanê û artêşa Iraqê pêkdihat, gihîşt cihê şer û tedbîrên ewlehiyê li navçeyê tund kirin.

Di daxuyaniya Polîsê Mîsanê de jî tê gotin, şer di navbera du tayifeyên eşîretekê de û li nêzîk nahyeya Selam a ser bi qezaya Meymûne ve çêbûye.

Li gor daxuyaniya polîs, hêzên wan operasyoneke lêgerînê li navçeyê dest pê kirine û têkildarî şer 4 kesên tohmetbar desteser kirine.

Polîsê Mîsanê destnîşan kiriye, ku hêzên wan herwiha dest bi ser hinek çek û teqemeniyan de girtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:48:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x