Cîgirê Ebûbekir Bexdadî Ebû Ebdulrehman hat kuştin

Li gorî zanyariyên berdest, cîgirê yekem ê emîrê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebûbekir Bexdadî Ebû Ebdulrehmen li Mûsilê li taxa El-Zencilî hat kuştin.

20.04.2017, Per - 06:44

Cîgirê Ebûbekir Bexdadî Ebû Ebdulrehman hat kuştin
Nuçe Belav bike

Fermandarê Polîsên Navendî Raid Şakir Cewdet di daxuyaniyekê de ragehand ku Asayîşa Navendî di operasyoneke hewayî de cîgirê yekem ê berpirsê rêxistina DAIŞê Ebubekir Bexdadî li taxa El-Zencîlî li bajarê Mûsilê kuştin. Cewdet da zanîn ku alîkarê yekem yê berpirsê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebubekir Bexdadî bi navê Ebu Ebdulrehman bû, di baregera xwe de ji aliyên polîsên navendî ve hate kuştin.

Raid Şakir Cewdet ragihand ku moşekên polîsên Iraqî berî niha teroristê bi navê Ebu Welîd El-Tûnisî û çar alîkarên wî di operasyonekê de kirin armanc û kuştin. Serkirdeyekî rûsî jî bi navê Ebu Mariya di operasyonekê de li navçeya Reis El-Cade hate kuştin.

Di 17ê Cotmeha 2016an de bi beşdariya hêzên Iraqî û Hêzên Pêşmerge operasyona rizgarkirina Mûsilê destpê kiribû û piştî ku beşeke mezin ji navçeyên derdora Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hatin rizgarkirin û piştî 3 mehan dijeterora Iraqê biryara operasyona rojavayê Mûsilê ragihand.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:09:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x