Ewqafa Herêmê: 300 Kurd di nav Daişê de hatine kuştin

Berpirsekê wezareta ewqafa herêmê ragehand; 300 Kurd ku berî niha peywendî bi rêxistina terorîstî ya Daişê kiribûn hatine kuştin.

24.12.2016, Cts - 18:40

Ewqafa Herêmê: 300 Kurd di nav Daişê de hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Merîwan Neqşebendî berpirsê peywendîyên wezareta ewqaf û karubarên ayînî bo malperê fermî yê partî got: ji destipêka derketina Daişê û heta niha 300 Kurdên ji parêzgehên Silêmanî û Hewlêr û Duhokê peywendî bi Daişê kirîn bi destê hêzên pêşmerge û frokeyên hevpeymanan ve hatîne kuştin, amaje kirî ye jî hindek bi destê Daişê bi xwe hatine kuştin, dupat kir ku niha hijmareka kêm mane di nava wê rêxistina terorîstî da.

Neqşebendî dazanîn ku pitirîya Kurdên çûne di nava Daişê da, pleyên bilind hebûn û li dijî hêzên pêşmerge bikarînan, herwesa li rojhelatê Kurdistanê jî hijmareka zor çûne nava wê rêxistina terorîstî da lê hemû hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2544 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x