Gellê Kerkûkê dixwaze Pêşmerge bigehe hewara wan

Endamekî Encumena Parêzgeha Kerkûkê dibêje, tirs heye ku çekdarên DAIŞ'ê êrişî Kerkûkê bikin, ji ber wê jî divê hêzên Pêşmerge vegerin wan cihên ku mehekî beriya niha ketin destê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî.

18.11.2017, Cts - 12:42

Gellê Kerkûkê dixwaze Pêşmerge bigehe hewara wan
Nuçe Belav bike

Endama Encumena Kerkûkê li ser pişka Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ciwan Hesen, di axaftina xwe ya ku ligel BasNews'ê de kiriye dibêje, tê gotin ku çekdarên DAIŞ'ê xwe li Kerkûkê veşartine û dixwazin êrişî Kerkûkê bikin.

Ciwan Hesen her wiha got, ji ber wêj î divê hêzên Pêşmerge vegerin wan deverên ku mehekî beriya niha ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin zeftkirin. Parastina wan deveran mafê qanûnî yê Pêşmerge ye.

Wê Endama Encumena Kerkûkê anî ziman ku xelkê Kerkûkê jî dixwazin hêzên Pêşmerge vegerin Kerkûkê û wan biparêzin û got, ji ber ku hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞ'ê de bêyî ku ferqê bixin navbera Kurdan û pêkhateyên din, bajar û xelkê bajêr diparastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1585 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:47:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x