Rêya Kerkûk-Hewlêrê hat vekirin

Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî bo hêzên Iraqî fermana vekirina rêya Kerkûk-Hewlêrê da, vê êvarê rêya Kerkûk-Hewlêrê hat vekirin û niha hatûçûn asayî ye.

16.06.2018, Cts - 17:43

Rêya Kerkûk-Hewlêrê hat vekirin
Nuçe Belav bike

Berpirsê Ragihandê yê Polîsê Kerkûkê Kamil Weys ji Rûdawê re ragihand: “Rê bi temamî vekirî ye, lê ji ber xerabûna aliyekî pirê, di hatûçûnê de hinek kêşe heye.”

Kamil Weys diyar kir: “Ji bo wesayîtên barhilgir li gor pêwîstiyê rêya hatûçûnê tê dayîn, lê ji bo otomobîlên biçûk asayî ye, tenê rêya çûnê ji nav bajarokê Pirdê dibe û ber bi Kerkûkê jî di ser beşeke pirê re derbas dibin.”

Piştî kontrolkirina Kerkûk û derdora wê ji aliyê Heşda Şebî û Artêşa Iraqê ve di 16ê Cotmehê de û piştî derketina şer û pevçûnan li Pirdê, rêya sereke ya Kerkûk – Hewlêrê hate girtin.

Roja 02-03-2018an Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve rêya Hewlêr – Kerkûkê û hemû rêyên di bin kontrola Pêşmerge de vekirin, lê belê heta niha hikûmeta Iraqê rêyên aliyê xwe venekiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 3587 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:44:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x