Mela Bextiyar: Serbilind im! Min qasî qirşekî axa xwe nefirotiye!

Berpirsê polîtburoya YNKê Mela Bextiyar dibêje, di bûyerên ku niha li deverên Kurdistanî de diqewimin “bi qasî serê derziyê” gunehê min tê de nîne!

11.11.2017, Cts - 12:22

Mela Bextiyar: Serbilind im! Min qasî qirşekî axa xwe nefirotiye!
Nuçe Belav bike

Mela Bextiyar li ser rûpela xwe ya facebookê wêneyeke xwe belav kiriye. Di wêneyê de sekreterê wefatkirî yê YNKê Mam Celal û Mela Bextiyar li bajarê Xaneqînê tên dîtin ku tê gotin rojekî piştî rizgarbûna Xaneqînê ji destê rêjîma Sedam hatiye kişandin.

Wî rayedarê YNKê, ku xelkê Xaneqînê ye, li ser wê wêneyê nivîsiye, niha ku Xaneqîn di rewşek xemgîn de ye, wîjdana xelkê Xaneqînê birîndar e û ez jî ji wan birîndartir im.

Di berdevamiya axaftina xwe de Mela Bextiyar her wiha gotiye, ez serbilind im ku bi qasî serê derziyê gunehê min di rewşa ku niha Xaneqîn û deverên nakokîdar tê de ne, nîne...Min yek lîtir nefta Xaneqînê jî nebiriye û pişka min li gel ti şîrketekê jî nîne…!

Mela Bextiyar di demekî de van tiştan dibêje ku roja 16 Cotmeha îsal, Xaneqîn, Kerkûk û Xurmatû di encama rêkeftineka veşartî ya çekdarên Heşda Şeibî, pasdarên Îranî û Hizbullaha Lubnanê bi beşek ji rayedarên partiya wî hatin dagîrkirin.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1619 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:55:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x